Konseya Ewropayê careke din bang li hikûmeta Tirkiyê kir: Demîrtas azad bike

10 December 2022 10:43 0 dîtin
Konseya Ewropayê careke din bang li hikûmeta Tirkiyê kir: Demîrtas azad bike

PeyamaKurdKomîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civînên xwe xwe yên dawîn de, careke din daxwaza azadkirina Selahattîn Demîrtaş kir.

Li gor zanyariyan, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 6ê, 7ê û 8ê Berfanbarê de civiya û di wê civînê de careke din bang li hikûmeta Tirkiyê kir ku Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş azad bike.

Weke tê zanîn, Demîrtaş ji sala 2016ê ve li girtîxaneya Edîrneyê zindanî ye. Dadgeha Mafên Mirova ya Ewropayê di sala 2020ê de biryara azadkirina wî dabû.

Herwiha piştî wê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li dijî biryarê derketibû û gotibû ew pabendî wê biryarê nabin.