Konseya Ewropayê banga ‘pêvajoya astiyê’ li Tirkiyê kir
PeyamaKurd – Seroka Meclîsa Parmlamentaran a Konseya Ewropayê (MPKE) Liliane Maury Pasquier, li ser bidawîbûna çalakiyên grevên birçîbûnê yên parlamentar û girtiyên PKKê kêfxweşiya xwe anî ziman û bang li Tirkiyê kir, ji bo sûdekê li aştiyê bike pêvajoya aştiyê ji nû ve bê destpêkirin.
‘PÊDIVÎ BI PÊVAJOYEKE NÛ YA AŞTIYÊ HEYE’
Li gor nûçeya Euronewsê Pasquier di daxuyaniyeke nivîskî de kêfxweşiya xwe bo bidawîbûna grevên birçîbûnê anî ziman û got, “Di wê baweriyê de me ku mijarên siyasî û yasayî ne ku bi çalakiyên jiyana mirovan bixin xeterê, pêwîst e bi rêyên gutûgoyê û diyalogê bên çareserkirin. Ji bo vê jî bang li aliyan dikim, pêvajoya aştiyê ya ku pêdivî pê heye û wê sûdê li aramiya herêmê bike ji nû ve bidin destpêkirin.”
‘EWROPA AMADE YE PIŞTGIRIYA GAVÊN NÛ YÊN YASAYÎ BIKE’
Rayedara Konseya Ewropayê herwiha li ser belgeya stratejiya darazê ya nû ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 30yê Gulanê radigihîne jî got, em hêvîdarin di çarçoveya pêwîstiyên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de û di mijarên medya û azadiya çapemeniyê de gavan bavêjin ku Konseya Ewropayê amade ye her cure piştgiriya vê mijarê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin