Konseya Ewropayê îdamkirina xwepêsanderan sermezar kir û bangewazî li Îranê kir
PeyamaKurd – Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) îdama xwepêşanderan, êrîşên hêzên rejîma Îranê bi ser xwepêşanderan de û mijarên wekî alîkariya çekan bo Rûsyayê ya Îranê şermezar kir û banga bicihanîna berpirsiyariyan li Îranê kir.
Konseya Yekîtiya Ewropayê bi daxuyaniyeke nivîskî; cezayên îdamê, destwerdana tund a hêzên îranê bo xwepêşanderan, binçavkirina welatiyên biyanî, alîkariyên bo Rûsyayê, zehmetkirina vegera li peymana nukleerî, gefên deryavaniyê li ser welatên Kendavê û têkdana îstiqrara Rojhilata Navîn a Îranê hate şermezarkirin û banga bicihanîna soz û berpirsiyariyan li Îranê hate kirin.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku hêzên Îranê li dijî xwepêşandanên aştiyane bi awayekî zelal binpêkirina hiqûqa navdewletî dikin û bûne sedema kuştina bi sedan kesan ku ev yek bi tundî tê şermezarkirin.
Herwiha YEyê bangewazî li Îranê kir ku hemû kesên bi awayekî nehiqûqî hatine binçavkirin ku di nav wan de parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan, zarok û xwepêşander hene werin azadkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin