Yekîtiya Ewropayê îdamkirina 24 kesan li Sûriyê sermezar kir

24 October 2021 10:02 0 dîtin
Yekîtiya Ewropayê îdamkirina 24 kesan li Sûriyê sermezar kir

PeyamaKurd - Yekîtiya Ewropayê darvekirina 24 kesan ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve şermezar kir ku bi tohmeta şewitandina daristanan li navçeyên peravê ew kes hatibûn girtin.

Berdevkê Fermî yê Karûbarên Derve  yê Komisyona Ewropayê Peter Stano li ser hesabê xwe yê twitterê got: "Em darvekirina 24 kesên bi terorê hatibûn tohmetbarkirin ku daristan şewitandine şermezar dikin. Yekîtiya Ewropa her dem û di bin her mercekî de, dijî cezayê darvekirinê ye, ev cezayê hovane, ne mirovane û bê rûmet qet rê li ber tawanan nagire." 

Peter Stano diyar kir, Yekîtiya Ewropa kar dike daku cezayê darvekirinê li cîhanê rake û daxwaz ji Sûriyê kir, ji bo nehiştina cezayê darvekirinê bikeve tevgerê.

Di meha Îlona 2020an de agir bi daristanên parêzgehên Hûms, Tertûs û Laziqiyê yên Sûriyê ketibû, bi sedan hektar dar şewitîbûn. Hikûmeta Sûriyê piştre 24 kes desteserkirin û ew bi wê yekê tohmetbar kirin ku bi qest agir bi daristanan xistine û hefteya borî jî ew kesên girtî hatin îdamkirin.