Yekîtiya Ewropayê îdamkirina du ciwanên xwepêsandanên Îranê sermezar kir
PeyamaKurd – Ji aliyê Yekîtiya Ewropayê (YE) û hejmarek siyasetmedar, hunermend û werzişvanên Îranî û biyanî ve, îdamkirina du ciwanên xwepêşanderên Îranê Mihemed Mehdî Keremî û Mihemed Husênî hat şermezar kirin.
Mihemed Mehdî Keremî û Mihemed Husênî, bi sedema beşdarî xwepêşandanên Jîna Emînî bûbûn, bi hinceta ‘Dijderketina Xwedê’ û tawanbarkirina kuştina endamekî Besîcên Îranê, roja Şemîyê 7ê Çile ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn darvekirin.
Piştî belavbûna nûçeya îdamê, li dijî Îranê bertekên tund hatin nîşandan ku Yekîtiya Ewropayê jî li hember vê kiryara dezgeha dadweriya Komara Îslamî bertek nîşan da.
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell, îdamkirina her du ciwanên xwepêşander wekî kiryareke ‘hovane’ bi nav kir û bi tundî şermezar kir.
Nûnera Partiya Kesk li Parlamentoya Ewropayê Hana Neumann diyar kir, niha ne dema danûstandin û danîna xalîçeya sor ji bo siyasetmedarên Îranê ye: “Divê em li gorî rastiya wan, serederiyê bi wan re bikin.”
Siyasetmedar bibandor ê Partiya Demokrat a Xiristiyanî ya Almanyayê Norbert Rotgen jî li ser twitterê bertek nîşanî Îranê da û got: "Divê hikûmeta Almanyayê bi eşkere bertekê nîşanî rejîma (Îranê) bide ku ew xeta sor derbas dike".
Rotgen bang li yekîtiya siyasetmedarên Alman kir ku kar ji bo parastina jiyana 19 hezar girtiyên xwepêşandanên dawî yên li seranserê Îranê bikin.
Li aliyê din Wezareta Derve ya Amerîkayê û komek hunermend û çalakvanên siyasî yên Îranê jî darvekirina Keramî û Husênî şermezar kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin