Reuters: Derxistina Tirkiyeyê ji Konseya Ewropayê di rojevê de ye

11 November 2022 13:39 0 dîtin
Reuters: Derxistina Tirkiyeyê ji Konseya Ewropayê di rojevê de ye

PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan a Reutersê diyar kir, Tirkiye ji ber ku biryarên Dadgeha Mafên Mirova ya Ewropayê cibicî nake dibe ku ji Konseya Ewropayê were derxistin.

Li gor ajansê da zanîn, parêzvanên mafên mirova bi fikar in ku Tirkiye biryara dadgehê ya sala 2019an a berdana karsaz Osman Kavala ku 5 sal in li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ye cibicî nekiriye. Ji ber vê çendê derxistina Tirkiyeyê ji Konseya Ewropayê di rojevê de ye.

Ajansa nûçeyan a Reutersê eşkere kir, pispor dibêjin proseya binpêkirinê ya ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li dijî Enqereyê daye destpêkirin, heta niha tekezî li ser diyalogê kiriye, lê dibe ku di dawiyê de Tirkiye were derxistin an jî endamtiya wê were sekinandin.

Herwiha Berdevkê Konseya Ewropayê di bersiva pirseke Reutersê ya derbarê tedbîrên muhtemel de got, Komîte wê di derbarê gavên ku bên avêtin û dema wan de biryarê bide. Herwiha Berdevkê Konseya Ewropayê diyar kiriye, Tirkiyeyê heta niha 521 biryarên DMMEyê bi temamî bi cih neanîne, ku 136 ji wan dozên berê ne û bi gelemperî li ser mijarên pergala darazê ne.