Konseya Ewropa: Li Tirkiyeyê skence zêde bûye
PeyamaKurd – Meclîsa Parlamentan a Konseya Ewropayê (MPKE), raporta ku Tirkiye jî di nav de, li hin girtîgeh û navendên polîsan ên hin welatên Ewropayê skenceya sîstematîk û hewlên tûndiyê têne dîtin pesend kir. Di raporta giştî ya MPKEyê de ji bo dosyayên Ocalan, Demirtaş û Kavala jî, ji Tirkiyeyê daxwaz hatin kirin.
Ev raport, di civînên MPKEyê yên lijneya giştî ku hê jî didomin de, bi rayên ji 67 parlamentan, bi erêkirina 66 parlamentan hate pesendkirin.
Hate ragihandin ku ji şandeya Tirkiyeyê ya MPKEyê tenê Berdan Ozturkê parlamentê DEM Partiyê beşdarî dengdanê bûye û raportê erê kiriye.Di dengdanê de yek parlament jî bê alî maye.
”Li Tirkiyeyê bûyerên skence û tûndiyê zêde dibin”
Di beşa derbarê Tirkiyeyê ya raportê ku ji alî konseyê ve bi dawuyaniyekê hate ragihandin de hatiye gotin ku li gel daxuyaniyên berpirsên hikûmeta Tirkiyeyê yên "li dijî skence û hewlên tûndiyê sifir tolerans" jî, di van salên dawî de, bi taybetî li girtîgeh û navendên polêsan ên Tirkiyeyê, skence û hewlên tûndiyê zêde bûne û ev yek dide xuyakirin ku di vî warî de pêşketinên ku berê li Tirkiyeyê hatine bi destxistin rawestiyane û heta bi paşve çûne.
Di dawuyaniyê de her wiha kêfxweşiya ji bo biryarên Dadgeha Destûrî ya Bingehîn a Tirkiyeyê yên di derbarê qedexekirina hewlên tûndwer de hate destnîşankirin û ji Tirkiyeyê hate xwestin ku dezgehên dadwerî yên din jî di vê babetê de erkên xwe bi cih bînin.
Dosyayên Ocalan, Demirtaş û Kavala
Di raporta giştî ya MPKEyê ku ji alî parlamentê Sosyal Demokrat ê Kibrisî Constantinos Efstathiou ve hatiye amadekirin de biryarên dozên skence û hewlên tûndwer ên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê yên girtin, desteserkirin, lêpirsîn û belavkirina xwepêşandanên aştiyane yên ku di navbera salên 1993 û 2011an de hatine ber destê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) hatine bibîrxistin û hatiye desetnîşankirin ku pêvajoya pêkanîna van biryaran di rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de ye.
Di raportê de her wiha biryarên DMME yên di derbarê Serokê PKKê Abdula Ocalan, Hevserokê Giştî yê berê yê HDPê Selahedîn Demirtaş û Osman Kavala hatine bibirxistin û li hember rîska hewlên tûndwer ên li dijî van kesan, ji Konseya Ewropayê hatiye xwestin ku dosyayên van kesan ji nêz ve bişopîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin