Rapor: Li Ewropayê herî zêde girtî û mehkûm li Tirkiyeyê ne

28 June 2023 12:01 0 dîtin
Rapor: Li Ewropayê herî zêde girtî û mehkûm li Tirkiyeyê ne

PeyamaKurd Rapora Îstatîstîkên Ceza ya 2022 ya Konseya Ewropayê ku ji aliyê Zanîngeha Lozanê ve hatiye amadekirin; daneyên ji girtîgehên 48 welatên endamên Konseya Ewropayê, di nav de nifûsa girtiyan, rêjeya girtiyan û qerebalixiya zêde, butçeya girtîgehan û rêjeya mirin û revînê jî hene.

Di raporê de heta 31ê Çileya 2022an li 48 welatên endamên Konseya Ewropayê 981 hezar û 575 girtî hene. Derket holê ku li Ewropayê welatê herî zêde girtî û mehkûmên li girtîgehan lê hene Tirkiye ye.

Li gorî raporê, ji 31ê Çileya 2022'an û vir ve li Ewropayê herî zêde girtî 303 hezar û 945 girtiyan li Tirkiyeyê ye.

Piştî Tirkiye bi 79 hezar û 92 Îngilîstan û Wales, 71 hezar û 874 Polonya û 69 hezar û 964 Fransa tên.

Li Tirkiyeyê ji 100 hezar kesî 355 girtî û mehkûm hene. Gurcistan (237), Azerbaycan (217), Macaristan (194), Lîtvanya (191), Polonya (190), Komara Slovakya (187), Albanya (176), Çekya (175) û Letonya (172) li pey Tirkiyeyê tên.