Li Ewropayê rêjeyên faîzê di 24 salên dawî de herî zêde ye!

15 September 2023 09:35 0 dîtin
Li Ewropayê rêjeyên faîzê di 24 salên dawî de herî zêde ye!

PeyamaKurd – Banka Navendî ya Ewropayê (ECB) biryar da ku 3 rêjeyên polîtîkaya sereke bi 25 xalan zêde bike.

Di daxuyaniya ku ji hêla ECB ve hatî dayîn de hat destnîşankirin, Bankê biryar da ku 3 rêjeyên polîtîkaya bingehîn bi 25 pûanan zêde bike û ji 20ê îlonê pê ve faîza vefînansê ji sedî 4,50, faîza depoyê ji sedî 4 û faîza fînansê ya marjînal jî ji sedî 4,75 hat zêdekirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, tê payîn ku enflasyon li Herêma Euroyê demeke pir dirêj bilind bimîne û ECB jî bi biryar e ku di heyama navîn de hedefa enflasyonê ya ji sedî 2 pêk bîne.

Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ji bo bidestxistina hedefa enflasyonê biryara zêdekirina faîzê hat dayîn.