Erdogan bo Konseya Ewropayê: Biryar me eleqedar nake, bila ji dadgeha me re rêzê bigrin!

03 February 2022 17:04 0 dîtin
Erdogan bo Konseya Ewropayê: Biryar me eleqedar nake, bila ji dadgeha me re rêzê bigrin!

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan beriya serdana xwe ya Ukraynayê li ser pirsa rojnamevanan a derbarê biryara Konseya Ewropayê ya li ser destpêkirina proseya binpêkirinê ji bo girtina karsazê Tirk Osman Kavala bersiv da.

Erdogan got: “Ez bi zelalî dibêjim yên ku dadgehên me nas nekin em jî wan nas nakin. Niha biryareke ku dadgehên me dane heye. Dadgeha Ewropayê çi gotiye, Konseya Ewropayê çi gotiye me eleqedar nake. Em jî li bendê ne ku rêzê li dadgehên me bigrin. Yên vê rêzê negrin dê rêza me jî ji wan re nebe.”

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê doh 2yê Sibatê ragihandibû ku wan ji bo bicihneanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan (DMME) ya bo Osman Kavala, li hemberî Tirkiyê pêvajoya binpêkirinê bi fermî daye destpêkirin ku ev prose jî heta îxrackirina Tirkiyê ji Konseya Ewropayê dewam dike.