Erdogan: Em biryarên Yekîtiya Ewropayê yên bo Demirtas û Kavala nas nakin
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di vegera ji welatê Qeterê de ji rojnamevanan re axivî û li ser gelek mijaran daxuyanî dan.
Erdogan diyar kir ku ew bi Qeterê re dostên hev ên nêzîk in û di gelek waran de siyaseta wan a hevbeş heye û ragihand, wan 15 girêbest li Qeterê îmze kirine.
Erdogan li ser mijara krîza aborî ya li Tirkiyê jî got ku ew ji helwesta xwe ya kêmkirina faîzê venegerin û ew dê bi wî awayî bi ser bikevin. Piştî vê gotina Erdogan careke din nirxê dolar li hember lîreyê tirkî bilind bû.
Herwiha Erdogan li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan û Konseya Ewropayê ya ji bo serbest berdana Selahattîn Demirtaş û Osman Kavala jî daxuyanî dan û li ser biryara Konseya Ewropayê ya destpêkirina binpêkirinê got, “Em em biryarên Yekîtiya Ewropayê yên Kavala û Demirtaş û yên din nas nakin. Dibêjin em ferz dikin. Li gorî me ev biryar di hikmê tune de ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin