Yekîtiya Ewropayê, Erdogan û Guterres pîroz kir

17 November 2022 18:30 0 dîtin
Yekîtiya Ewropayê, Erdogan û Guterres pîroz kir

PeyamaKurd- Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen, li ser berdewamkirina peymana dexil û dan a di navbera Rusya û Ukraynayê de ku di bin çavdêriya Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye, Serokomarê Tirkiyeyê û Sekreterê Giştî yê NYê pîroz kir.

Seroka Komîsyonê Leyen, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek parve kir û kêfxweşiya xwe ya li ser berdewamiya peymana dexil û dan anî zimên.

Leyen di peyama xwe de got,

“Ji ber lihevkirina berdewamiya Hewila Dexil û Dan a Deryaya Reş, ez Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres pîroz dikim.”

Von der Leyen da zanîn ku ev hewil, ligel Rêya Piştgiriya YEyê, bû alîkar ku tevî dewamkirina şerê Rusyayê, di xelayiya xurekan a gerdunî de buha hinek dakevin.

Leyen diyar kir ku Serokê Civata YEyê Charles Michel jî daye zanîn ku bi rêya vê peymanê re ji Ukraynayê hinardekirina ji 10 milyon tonan zêdetir dexil û dan, ji bo cîhana ku hewceyî pêdiviyeke zêde ya dexil û dan û gubreyê bû, agahiyeke baş e.