The Times: Erdogan ji hevdîtinên Yekîtiya Ewropayê vekisiya

10 March 2020 18:14 0 dîtin
The Times: Erdogan ji hevdîtinên Yekîtiya Ewropayê vekisiya

PeyamaKurd - Piştî Yekîtiya Ewropayê (YE) biryara wergirtina jimareke penaberên temenê wan bi 18 salan re da, serokomarê Tirkiyê Erdogan doh 9ê Adarê serdana Brukselê kir û bi berpirsên bilind ên YE re civiya. Piraniya medya Ewropî radigihîne ku Erdogan terka civînê kiriye ku bixwe piştî hevdîtinan dernekete pêşberî medyakaran jî.

Rojnameya The Times li ser hevdîtina Erdogan a YEyê ragihand ku Erdogan ji danûstandinên YEyê yên derbarê penaberan de vekişiya.

Rojname diyar dike ku danûstandinên wan bin ketin, ji ber hinek berpirsan ji dewleta Tirkiyê xwest ku nema penaberan bi ser Yûnanistanê de bişînin.

Hat gotin ku Erdogan, Yekîtiya Ewropa bi pêşwazî nekirina jimareke mezin a penaberan û binpêkirina peymana 2016an tawanbar kiriye.

The Times dibêje, Tirkiye dibêje, Ewropayê baş pere ji bo xwedîkirina penaberan nedane wan, ji lewre jî daxwaza xurtkirina bendên peymana 2016an kirin.