Konseya Ewropayê ji bo Tirkiyê proseya binpêkirinê bi fermî da destpêkirin

02 February 2022 20:52 0 dîtin
Konseya Ewropayê ji bo Tirkiyê proseya binpêkirinê bi fermî da destpêkirin

PeyamaKurd – Konseya Ewropayê bi hinceta ku ligel biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî karsazê Tirk Osman Kavala nehatiye berdan, ji bo Tirkiyê proseya binpêkirinê bi fermî da destpêkirin.

Organê siyasî yê Konseya Ewropayê, Komîteya Wezîran îro Çarşemê 2yê Sibatê biryara derbarê Tirkiye û Osman Kavala de eşkere kir.

Konseyê di dengdana beşa duyem a binpêkirina prosedurê ji aliyê Tirkiyê ve, biryar da ku proseya binpêkirinê ji bo Tirkiyê were destpêkirin ku di dîroka Konseya Ewropayê de piştî Azerbaycanê cara yekem e ji bo Tirkiyê jî ev biryar tê dayîn.

Destpêkirina proseya binpêkirinê tê wateya ku dibe Tirkiye ji ber van biryarên xwe yên dijî hiqûqa navdewletî ji Konseya Ewropayê were îxrackirin.

Piştî vê biryarê Osman Kavala jî bi rêya parêzerên xwe ji girtîgeha Silîvrî ya Stenbolê, pêşwazî li biryara Konseya Ewropayê kir û got ku ew hêvî dike nirxandina li DMMEyê ji bo parastina mafên mirovan û hiqûqê li Tirkiyê bibe alîkar.