Konseya Ewropayê ji bo Tirkiyê proseya binpêkirinê da destpêkirin
PeyamaKurd - Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, civîna xwe ya 3 rojan bi mijara Tirkiyê berdewam dikir bidawî anî.
Konseyê di encama gotûbêjên civînê de, bi sedema ku Tirkiyê biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Osman Kavala de bi cih neaniye, biryara destpêkirina proseya binpêkirinê li dijî Tirkiyê da.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo Kavala ku tevî biryara DMMEyê girtîmayîna wî 4 sal çêbûn berdewam dike, biryar da li dijî Tirkiyeyê pêvajoya binpêkirinê bidin destpêkirin.
Di dengdanê de ji 47 welatên endamê Konseya Ewropayê 32 welatan li dijî Tirkiyê deng dan.
Encamên civîna Komîteya Wezîran, îro Înê têne ragihandin ku wê naveroka binpêkirinan jî bi raya giştî re were parvekirin.
Li gorî biryarê wê daxwaznameyek ji Enqerê re were şandin da ku Tirkiye di nav demeke diyarkirî de bersiva wê bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin