Konseya Ewropayê ji Tirkiyê daxwaza derhal berdana Demirtas kir
PeyamaKurd - Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bang li Tirkiyê kir ku Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ji girtîgehê berdin.
Konseya Ewropayê piştî civînên di navbera rojên 29ê Mijdarê û 2yê Kanûnê de, ji bo karsaz û çalakvanê girtî Osman Kavala proseya binpêkirinê li dijî Tirkiyê da destpêkirin.
Herwiha konseyê ji bo Demirtaş jî daxwaza bilez berdana wî ji girtîgehê kir.
Hat ragihandin ku di civînên Konseya Ewropayê de binpêkirinên Tirkiyê yên li ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û herwiha rewşa Abdullah Ocalan a li girtîgeha girava Îmraliyê jî hatiye rojevê.
Konseyê ji bo Osman Kavala heta 19ê Çileya 2022êyan ji bo pêşkeşkirina nêrînên xwe dem da Tirkiyê û daxwaz kir di çarçoveya biryara DMMEyê de Dadgeha Destûra Tirkiyê biryara serbest berdana Selahattîn Demirtaş bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin