Abdullah Gül: Biryara Osman Kavala ji bo Tirkiyê gelek serm e
PeyamaKurd – Serokkomarê beryê yê 11 em ê Tirkiyê Abdullah Gül li ser biryara dadgehê ku di derbarê Osman Kavala de biryara heya bi heyayê ya zîndankirinê daye, bertekekî gelek tund nîşan da. Dadgehê ji doza Geziyê ji bo Osman Kavala cezayê zîndanê yê muebbed û ji bo 7 kesan jî cezayê 18 salan dabû. Abdullah Gül tevlî bernama televizyona T24 ê ya Murat Sabuncu bû. Gül di bernamê de ragihand ku biryar ji aliyê Tirkiyê de biryarekî gelek şerme û weha got:
“Wê ev doz ji aliyê pevajoya darizandinê de jî di pêşde weka pêvajoyeka şermkirinê bê bibîranîn. Biryar ji bo Tirkiyê barekî girane. Em di dinya nûjen de perçeyekî ji dinyayê ne. Lê ev biryar nîşan dide bê em çawa ji dinya nûjen dûrin û ji bo me şerme.
Min bûyerên Geziyê ji aliyê AKP ê de bi erênî nirxandibû û ne ji bo kuştinên kiryarên wan nediyar lê kesên ji bo parastina hawirdoriyê îttîrazê dikirin bûyerên weka li Chicago an Londrayê. Min wan kiryaran weka nîşana ku Tirkiyê pirsgirêkên welatên pêşdeçûyî dijî, didît.
Birayara Kavala û hevalên wî wijdana raya giştî kûr birîndar kir. Ez jî xemgîn bûm. Mirovekî xwediyê serweteka mezin weka Osman Kavala, di şûna ku xweşiyê bijî, bedela mijarên miroviyê dijî. Heya Yargitay biryarê bide, mayîna van kesan di zîdanê de ciyê xemgîniyê ye. Hem gelek nexweşe ku di pêvajoya darizandinê de biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya Awrûpayê piştguh kirine.”
Abdullah Gül di bernamê de gelek zêde axifî û li ser mijarên dahatûyê bêhtir zelal axifî. Weka jê dihat fêmkirin, divê Tirkiye ne pirsgirêkên li welatên weka Rojhilata Navîn lê weka yên Awrûpayê bijî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin