Abdullah Gül, Cemil Çiçek bi temamî 29 kes ji bo Osman kavala bangekî kirin

01 November 2025 17:45 0 dîtin
Abdullah Gül, Cemil Çiçek bi temamî 29 kes ji bo Osman kavala bangekî kirin

PeyamaKurd – Karsazê Tirkiyê Osman Kavala 8 sale ku di zîndana Silivriyê de ye û ji bo serbest berdana wî birekî mirov bang kirin ku dadwerî di derbarê Kavala de  bicîh were.

Kesên bang kirine di nava wan de serokkomarê berê yê 11em yê Tirkiyê Abdullah Gül, serokê berê yê meclisa Tirkiyê (TBMM) Cemil Çiçek, nivîskar Orhan Pamuk gelek akademisyen hene. Bi temamî 29 kes xwestin ku Osman Kavala serbest berdin.

Wezîrê çand û geştiyariyê yê berê Ertuğrul Günay pêşniyar kir ku Osman Kavala ji bo xelata Nobelê namzed nîşan bidin.

Abdullah Gül ragihand ku berê keda Osman Kavala di seha civaka sîvîl de çêbûye û hem ji bo dadweriyê û îtîbara Tirkiyê, bicîhanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê dê baş be. Gül got:

“Dema di wexta desthilata AKPê ya demen di serî de, ez wezîrê kar û barên derve bûm min Osman Kavala naskir. Dema hukumeta me ji bo pirsgirêkan ji kokê çareser bike siyasetê dimeşan, li hemberê muxalefeta tundrewên netewî, Kavala di nav rêxistinên civak sîvîl yên ku destekê didan me de bû. Tê bîra min dema me wan civînên ji bo muzkereyên bi Ewrûpa re dikir, ji bo bilindkirina standardên hûqûqa Tirkiyê û di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de bi cesaret destekê dida me.”