Dadgeha Tirk biryara xwe ya Osman Kavala eskere kir
PeyamaKurd - Dadgeha Cezayên Giran a 13emîn a Stenbolê, li ser daxwaza azadkirina karsaz û çalakvanê sivîl Osman Kavala ku 4 sal in girtî ye ya Konseya Ewropayê, biryara xwe eşkere kir.
Dadgeha Cezayên Giran a 13emîn a Stenbolê îro 23yê Kanûnê biryara girtina Osman Kavala ji nû ve nirxand û biryar da ku rewşa Osman Kavala ya girtîbûnê berdewam bike.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê 2yê Kanûnê ji ber girtina Osman Kavala, derbarê Tirkiyê de pêvajoya binpêkirinê dabû destpêkirin û berê jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê daxwaza demildest berdana Osman Kavala ji Tirkiyê kiribû, lê ew biryar ji aliyê Tirkiyê ve nehatibû bicihanîn.
Heger Tirkiye biryarên Konseya Ewropayê bicih neyîne jî proseya derxistina ji konseyê ku Tirkiye bixwe jî yek ji damezrînerê wê ye dê bê destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin