Dadgeha Bilind biryara tehlîyekirina Osman Kavala bipas xist

29 September 2020 17:45 0 dîtin
Dadgeha Bilind biryara tehlîyekirina Osman Kavala bipas xist

PeyamaKurd – Dadgeha Qanûna Bingehîn a Tirkiyê ji bo mafnas û karsaz Osman Kavala ku 3 sal in di girtîgehê de ye, biryara bipaşxistina tehliyekirina wî da û hevdem dozgeriyê doznameyeke duyem bo dadgehkirina Kavala ji Dadgeha Cezayê Giran a 36emîn re şand.

Biryar bû îro Dadgeha Bilind a Tirkiyê biryara binpêkirinê li ser doza Osman Kavala bide ku bêyî doznameyê 3 salan di girtîgehê de hatibû hiştin, lê belê Dadgeha Qanûna Bingehîn bi sedema doznameyeke din hatiye amadekirin biryara tehlîyekirina wî ji bo demeke nediyar bipaş xist.

Beriya niha Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li ser doza Osman Kavala û Selahattîn Demirtaş biryarên binpêkirinê dabûn û xwestibû demildest werin berdan.