Dadgeha Bilind a Swêdê biryara derbarê ‘Sewitandina Quranê’ de betal kir
PeyamaKurd – Piştî bûyerên hewla şewitandina pirtûka pîroz a Îslamê Quranê, ji aliyê Polîsê Swêdê ve biryara qedexekirina ‘Şewitandina Quranê’ hatibû dayîn.
Dadgeha Bilind a Swêdê, ragihand ku biryara polîs a 4ê Nîsanê ku bi hinceta ewlekariyê destûra şewitandina Quranê nehatiye dayîn, hatiye betalkirin.
Dadgehê ji polîsê Swêdê jî xwest ku wê biryara xwe ya qedexekirina şewitandina Quranê rake.
Hêjayî gotinê ye, di meha Sibatê de welatiyekî iraqî bi navê Salwan Momika, xwestibû li ber Balyozxaneya Stockholmê û welatiyê Afrîkî Chris Makoundout jî li ber Balyozxaneya Tirkiyeyê Quranê bişewitînin, lê polîsan destûr nedabûn.
Momika û Makoundout, li ser vê qedexeyê jî serî li dadgehê dabûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin