Fuad Husên: Biryara Dadgeha Bilind bandorê li pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê nake
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand, biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ya derbarê Parlamentoya Kurdistanê de, bandorê li pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê nake.
Dadgeha Federalî ya Bilind a Iraqê di 30ê Gulanê de ji bo gotûbêjkirina gilî û gazindên derbarê dirêjkirina erkê Parlamentoya Kurdistanê de civiya, biryara "Derjêkirina erkê Parlamentoya Kurdistanê nedestûrî ye" derxist.
Fuad Husên diyar kir, pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê wê berdewam bin û li ser pirsa gelo ev biryar wê bandorê li pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bike jî wiha bersivand:
“Pêwîste xebat berdewam bikin. Di pratîkê de divê di ti warî de ti valahî nemîne û heta dema erka parlamentoyê bi dawî bibe jî divê hikûmet heta hilbijartinan li ser karê xwe bimîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin