Dadgeha Swêdê, biryara radestkirina endamekî PKKê da

07 June 2023 17:00 0 dîtin
Dadgeha Swêdê, biryara radestkirina endamekî PKKê da

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Dadgeha Bilind a Swêdê, cara yekem radestkirina endamekî PKKê yê ku Tirkiyeyê daxwaza radestkirina wî dikir, erê kir.

Li gorî nûçeya Aftonbladet a Stockholmê, zilamê 35 salî ku di sala 2014an de ji bilî tawanên terorîstî, ji ber ku çenteyek ku 1,8 kg esrar tê de hebû, 4 sal û 7 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku tawanbar piştî ku kêmî şeş mehan ji sizayê xwe derbas bûye, bi şert serbest hatiye berdan, ji Tirkiyeyê derketiye û piştre çûye Swêdê û destûra xebatê wergirtiye. 

Li gorî hat ragihandin, ev tawanbarê navborî, par li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind sala borî li Swêdê hatiye girtin û hat ragihandin ku Dadgeha Bilind di 31ê Gulanê de radestkirina wî kesî ji bo sizayê mayî xizmeta bide Tirkiyeyê, qebûl kir.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bersiva "Na" da pirsa Dadgeha Bilind a Swêdê ya ku lêpirsîn hatiye kirin yan jî ji ber tawanên "propagandaya rêxistina terorê kirine" an jî "heqareta li Serokomarê Tirkiyeyê" doz hatiye vekirin.

Rêveberê Enstîtuya Lêkolînên Tirkî ya Zanîngeha Stockholmê Paul T. Levin ku di danişînê de pispor bû got: "Ev, ji bo hikûmeta Swêdê biryareke gelek di cih de ye.”

Tawanbar îdia kir ku sedema sereke ya radestkirina wî "wezîfa wî ya li HDPê ye" û "Li ser Facebookê bi eşkereyî piştgirî daye PKKê" ye û diyar kir ku radestkirina wî ya muhtemel dê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê bike.

Hikûmeta Stockholmê dê gotina dawî ya li ser radestkirina wî kesî bibêje.

Balkêş e ku biryara dadgehê, beriya civîna NATO ya di navbera Swêd û Tirkiyeyê de ku tê plankirin hefteya were bê bê lidarxistin, hatiye girtin.