Dadgeha Swêdê radestkirina 2 kesan bo Tirkiyê rawestand

13 July 2023 19:32 0 dîtin
Dadgeha Swêdê radestkirina 2 kesan bo Tirkiyê rawestand

PeyamaKurd – Biryara radestkirina 2 kesên ji FETOyê bo Tirkiyeyê, ji aliyê Dadgeha Bilind a Swêdê ve hate rawestandin. Tirkiyeyê daxwaza radestkirina wan kesan kiribû di çarçoveya mijara pesendkirina endamtiya Swêdê ya NATOyê de.

Dadgeha Bilind a Swêdê îro 13ê Tîrmehê radestkirina wan herdu welatiyan bo Tirkiyê paş xist ku ev biryar piştî rojan ji daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a razîbûna pesendkirina endamtiya NATO ya Swêdê hate dayîn.

Erdogan piştî civîna ligel serokwezîrê Swêdê gotibû, ew dê dosyeya endamtiya Swêdê ya NATOyê ji bo dengdanê bişîne parlamentoyê.

Herdu kesên ku Tirkiyê daxwaza radestkirina kiriye, bi endambûna Tevgera Gulen (FETO) têne tometbarkirin ku hikûmeta Tirkiyê wan bi hewldana darbeya 15ê Tîrmeha 2016an tawanbar dike.