Pistî Swêd Fînlandê jî radestkirina hejmarek kesan bo Tirkiyê red kir
PeyamaKurd – Fînlandayê daxwaza Tirkiyê ya radestkirina hejmarek kesên bi FETO û PKKê têne tohmetbarkirin, red kir.
Dadgeha Fînlandayê ji bo kesên bi tohmetên siyasî radestkirina wan bo Tirkiyê tê xwestin, biryara radest nekirinê da, lê ji bo 2 kesên bi tawanên edlî dihatin darizandin jî biryara radestkirinê da.
Tirkiyê beriya niha li dijî serlêdana endamtiya NATO ya welatên Swêd û Fînlandê derketibû û ew herdu welat wekî piştevanên terorê pênase kiribûn. Herwiha Erdogan jî diyar kiribû ku herdu welat endamên terorê radestî wan nakin.
Demek berê Swêd jî radestkirina hin kesan bo Tirkiyê red kiribû.
Wezîra Derve ya Swêd Ann Linde, herî dawî li parlamentoya welatê xwe gotibû, ew dixwazin li ser mijara endamtiya NATOyê pêşveçûneke baş ligel Tirkiyê bidest bixin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin