Pistî bûyerên sewitandina Qûranê erkê polîsê Swêdê hatin zêdekirin

01 August 2023 18:50 0 dîtin
Pistî bûyerên sewitandina Qûranê erkê polîsê Swêdê hatin zêdekirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî bûyerên şewitandina Qûranê yên demên dawî li Swêdê, kontrola ser sînoran û erkê polîsê Swêdê hatin zêdekirin.

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson, ragihand ku êdî divê kesên ku girêdana wan bi Swêdê re pir qelse ji bo tawanan bikin neyên Swêdê.

Wezîrê Navxwe yê Swêdê Gunnar Strommer, eşkere kir ku li gorî yasaya ku îro ketiye warê bicihkirinê, ew dê kontrolên ser sînoran zêdetir bikin û erkê polîsan jî hatine zêdekirin.

Strommer gotiye, dê polîs ji bo bihêzkirina ewlehiyê û rêgiriya gefên dijî ewlehiya navxwe lêgerîna ser mirovan jî di nav de xwedî erkên hîn berfirehtir be.