Swêd: Em destûra xwepêsandanan didin, ne ya sewitandina Qûranê
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Swêdê ragihand ku, ew destûrê didin xwepêşandan û kombûnan, lê destûra sivikatî kirin û şewitandina Quranê nadin.
Wezareta Derve ya Swêdê bersiv daye pirsên K24ê û daye zanîn, hejmareke kesên tundrew û provokator dixwazin derzê di navbera Misilman û nemisilmanên Swêdê de ferqekê çêkin, lê ew li dijî sivikatîkirina bi Quranê û pirtûkên din ên olî ne.
Wezareta Derve ya Swêdê bersiv da pirsên li ser encamên şewitandina çapeke Quranê û ala Iraqê li ber avahiya Balyozxaneya Iraqê ya li Stockholmê, dersînorkirina Balyozê Swêdê li Bexdayê û pêwendiyên navbera Iraq û Swêdê.
Wezareta Derve ya Swêdê diyar kir: “Haya me ji daxuyaniya Hikûmeta Iraqê heye ku daxwaz ji Wezareta Derve kiriye ku Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Iraqê ya li Stockholmê vekişîne û daxwaz ji Balyozê Swêdê kiriye ku ji Bexdayê derkeve. Balyozê Swêdê niha li Stockholmê ye. Em bi rayedarên Iraqî re di pêwendiyê de ne û hevdîtinên me berdewam dikin.”
Wezaretê bibîr xist, “Roja Pêncşemê (20.07.2023) Wezîrê Derve yê Swêdê daxuyaniyek da û got, Hikûmeta Swêdê bi tundî karên nerewa yên çend kesan ku di dema xwepêşandanan de kirine, şermezar dike. Hikûmeta Swêdê gelekî nîgeran e ku hejmareke tundrew û provokator dixwazin di navbera Misilman û nemisilmanên Swêdê de derzekê çêkin.
Sivikatîkirina li Quranê yan jî pirtûkeke din ya pîroz, kiryareke êrîşkarane, bêrêz û provokasyoneke eşkere ye. Li Swêdê cihê nîşandana nijadperestî, tirsa ji biyaniyan û kiryarên bi vî rengî nîne.”
Herwiha Wezareta Derve ya Swêdê da zanîn, “Deshilatên me serbixwe ne û biryarên serbixwe didin. Desthilatdariya polîs destûrê dide kombûnên giştî, lê rê nade ku sivikatîkirin li Quranê an pirtûkeke din a olî were kirin.
Destûra lidarxistina xwpêşandanan di yasaya giştî ya Swêdê de hatiye birêkxistin. Desthilatdariya Polîsa Swêdê jî lêkolînê li ser daxwaznameyên ji bo destûra xwenîşandanan dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin