Polîsê Swêdê destûra sewitandina Tewratê da: Ya Încîlê jî di dorê de ye!

28 July 2023 17:26 0 dîtin
Polîsê Swêdê destûra sewitandina Tewratê da: Ya Încîlê jî di dorê de ye!

PeyamaKurd – Piştî şewitandina Qûranê li Stockholmê vê carê jî xwepêşandaneke ku dê çalakiya şewitandina pirtûka pîroz a cihûyan Tewratê bê kirin û ew daxwaz ji aliyê Polîsê Swêdê ve hate qebûlkirin. Herwiha medya Swêdê ragihandiye ku ji bo şewitandina Încîlê jî daxwaz ji polîsê Swêdê hatiye kirin û niha ji bo destûrdanê çend çalakiyên bi vî awayî yên din jî dinirxînin.

Li gorî ragihandina televîzyona SVT ya Swêdê, polîsê Stockolmê destûr da xwepêşandaneke ku îro Înê 28ê Tîrmehê, çapeke pirtûka Tewratê li ber Balyozxaneya Îsraîlê bê şewitandin.

Organîzatorê wê çalakiyê gotiye, niyeta wî heye Tewratê li ber Balyozxaneya Îsraîlê ya li Stockholmê bişewitînin û çar kes beşdarî wê xwepêşandanê dibin.

Medyaya Swêdê ragihandiye ku herwiha polîs daxwaza kesekî dixwaze çapeke Qurana Pîroz li ber Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê ya li Stockholmê bişewitîne jî dinirxînin.

Dîsa zilamekî temen 50 salî jî dixwaze çapeke Încîlê bişewitîne, ji bilî wan, jineke temen 30 salî jî daxwazek pêşkêş kiriye û dixwaze li ber Balyozxaneya Îranê xwepêşandanekê bike û çapeke Qurana Pîroz û ala Îranê bişewitîne.

Hêjayî gotinê ye, piştî bertek û nerazîbûnên li dijî şewitandina Qûranê Neteweyên Yekbûyî biryarek derxistibû û li dijî bêreziya li hember pirtûkên pîroz daxwaza hiqûqeke navdewletî kiribû.