Serokwezîrê Îsveçê: Bi sewitandina Quranê zerarê didin welatê me

26 July 2023 22:31 0 dîtin
Serokwezîrê Îsveçê: Bi sewitandina Quranê zerarê didin welatê me

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsveçê Ulf Kristersson ragihand ku bi şewitandina Quranê an ku êrîşên ser Quranê armanca wan ew e ku dixwazin rewşa Îsveçê di navdewletî de xerab bikin. Ulf Kristersson di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:

“Dixwazin rewşa Îsveçê di nav dewletî de xerab bikin û ji bo wê Quranê dişewitînin. Ji bo me perçe bikin van tevgeran dikin. Em ji nêz de dişopînin ku şewitandina Quranê bi meqamên berpirs re di nav diyalogê de ne û em wan dişopînin. Gelek kampanyayên dezenformasyonê hene ku ji aliyê dewletan de tên destekkirin.

Ji bo me perçe bikin li dijî Quranê tevgeran dikin. Şewitandina metnên pîroz yên di van deman de, dike ku em siyaseta xwe dijwar bikin. Bi bangên ku zerarê didin dewleta me, welatê me şaş didin danasîn. Kanpanyayên dezenformasyonan, rewşa hemwelatiyên Îsveçê û şîrketên me xerabtir dikin. Asayîşa nav welat qels dikin û her wisa talûka êrîşa terorê zêdetir dikin.”

Rêxistina îstîxabarata Îsveçê (SEPO) îro ragihand ku leystikên şewitandina Quranê, protestoyên alema Îslamê bandorên neyînî li ser welatên Îskandînavya dikin û asta alarma terorê bilind dikin.