Li Bexdayê bi sedema sewitandina Quranê avêtin ser konsulxana Îsveçê
PeyamaKurd – Piştî li Îsveçê Quran ji aliyê kesekî Iraqî de hat şewitandin, serokê Tevgera Sadr Muqteda Es-Sadr di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku bûyerê li ber konsulxana Îsveçê ya Bexdayê protesto bikin. Sadr her weha xwest ku bera balyozê Îsveçê ji Bexdayê bidin.
Tevî ku Sadr protesoyê xwestibû, di ser hesabên medya civakî de tê dîtin ku çalakvan ketine nav konsulxanê. Berdevkê hukumeta Iraqê Basim El Awadî ragihand ku şewitandina Quranê û azadiya îfadê ti têkiliya wan bi hev tine, di rûdanê de tenê nefret û rûhiyetekî êrîşker heye. Awadî weha got:
“Hukumeta Iraqê şewitandina Quranê ya ji aliyê hinek nexweşên aqil de şermezar dike. Ev tevgera ku bi mîlyonan hîsên misilmanan diêşîne, îtîbara welatên Rojavayî ku dibêjin ew ji baweriyan û pêkhateyan re rêz digrin, gemarî dike.
Di her wexteka ku endamtiya Îsveçê ya NATO yê dikeve rojevê, hinek hêz hinekan dixin nav tevgerekî wisa ku endamtiya Îsveçê ya NATOyê bi paş dikeve.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin