Ji Yekîtiya Ewropa daxuyaniya sewitandina Quranê û protestoyên Bexdayê

02 July 2023 15:06 0 dîtin
Ji Yekîtiya Ewropa daxuyaniya sewitandina Quranê û protestoyên Bexdayê

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser mijara şewitandina Quranê li paytexta Swêd Stockholmê ji aliyê welatiyekî iraqî ve, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê ofîsa Berpirsê Bilind ê Ewlekarî û Siyaseta Derve ya YE Josep Borell ve hatiye belavkirin de, hate gotin ku ew dê tevî azadiya ol û baweriyan piştevaniya derbirina azadiya ramanê bidomînin.

Li ser protestoyên dijî şewitandina Quranê yên li Bexdayê jî banga aramiyê hatiye kirin û herwiha êrîşên ser nûnertiyên dîplomatîk hate şermezarkirin.

YEyê diyar kiriye ku ew li dijî çalakiya şewitandina Quranê ye û ew çalakî bi ti awayî nêrîna Yekîtiya Ewropayê nîşan nade.

Hêjayî gotinê ye, piştî ku welatiyekî bi eslê xwe iraqî yê bi navê Salwan Momika 28ê Hezîranê li ber mizgefta Stockholmê Quran şewitand, Rêberê Şîeyên Iraqê Muqteda Sedir bango protestoyan kiribû û alîgirên wî li Bexdayê bi ser Balyozxaneya Swêdê ya Bexdayê de girtibûn.