Ji Almanya daxuyaniya endamtiya Yekîtiya Ewropa ya Ukraynayê
PeyamaKurd - Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, di kongreya partiya Keskan de piştgirîya xwe ya bo endamtiya Ukraynayê ya Yekîtiya Ewropayê ragihand.
Baerbock, diyar kir ku ew di wê baweriyê de ku dê bi beşdariya Ukraynayê Yekîtiya Ewropa bihêztir bibe û got: “Eşkere ye ku dê di pêşerojeke tê pêşbînîkirin de, Ukrayna Yekîtiya Ewropayê bihêztir bike.”
Herwiha Baerbock da zanîn ku dê Ewropa piştevaniya Ukraynayê di şerê Rûsyayê de jî berdewam bike, hem di nav YE de hem jî di nava NATOyê de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin