Swêd: 15 kesên xwest sewitandina Qurana Pîroz asteng bikin, hatin desteserkirin

03 September 2023 21:30 0 dîtin
Swêd: 15 kesên xwest sewitandina Qurana Pîroz asteng bikin, hatin desteserkirin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, 15 kesên ku li Swêdê hewil dabûn êrîşa li dijî Qurana Pîroz asteng bikin, hatin desteserkirin.

Hat diyarkirin ku li herêma Varnhemstorgetê ya Malmoyê ya Swêdê ku Misliman lê kom bûne, 15 kesên ku dixwestin pêşî li Salwan Momika yê di bin parastina polîsan de êrîşî Quranê kir, bigirin; hatin desteserkirin.

Hat diyarkirin ku nêzîkî 100 xwepêşandêrên li derdorê kom bûn, kevir û şûşe havêtin Momika û polîsan. Li ser vê yekê dema polîsan Momika ji cihê bûyerê revandin, di navbera xwepêşander û polîsan de alozî derket. 

Hat ragihandin ku piştî bûyerê polîsan ragihand ku 15 kes hatine desteserkirin û ji bo careke din bûyer çênebin, polîsan li herêmê dest bi nobedê kir.