Swêd ji Yekîtiya Ewropa xwest ku Pasdarên Îranê bixin lîsteya rêxistinên terorê
PeyamaKurd - Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson bang li welatên Yekîtiya Ewropa (YE) kir ku Supaya Pasdarên Îranê weke rêxistineke terorî pênase bikin. E daxwaz piştî ku çend êrîş li ser armancên Îsraîlê yên li Swêdê pêk hatin hat kirin û Stockholm di ber wan êrîşan de Îranê berpirs dibîne.
Saziya Îstixbarata Swêdê SAPO, Îran tometbar kir ku endamên komên tewankariyên li Swêdê ji bo encamdana kiryarên tundiyê dijî berjewendiyên Îsraîl û berjewendiyên din ên li Swêdê pêk tîne.
Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson ji rojnameya Express re da xuyakirin: “Em dixwazin Swêd bi cîdî ligel welatên din ên Yekitiya Ewropayê pêwendiyên navbera Supaya Pasdaran û rola têkdana wê ya li navçeya Rojhilata Navîn, herwiha pêşxistina çalakiyan li çend welatên Ewropayê ku Swêd jî ji wan welatan e, divê çareser bike.”
Kristersson got: “Tekane bijardeya guncav ew e, em pênaseyeke hevbeş ji bo terorîstan diyar bikin, ku em bikarin di qebareyeke berfirehtir ji cezayên niha ve kar bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin