Yekîtiya Ewropa ji bo dawîkirina serê li Ukraynayê ji Çînê alîkarî xwest!
PeyamaKurd – Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel û Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen, piştî Lutkeya 23yemîn a YE û Çînê ya bi vîdyokonferansê hat encamdan daxuyanî dan.
Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel, di civîna rojnamevanî de eşkere kir, wan ji bo şerê Ukraynayê bidawî bibe daxwaza alîkarîyê ji Çînê kiriye û xwestine fişarê li ser Rûsyayê bikin.
Michel diyar kir ku wan bi Serokwezîrê Çînê Li Kıçiang û Serokê Çînê Şi Cinping re li ser hewldanên dawîkirina şer axiviye û got, her du alî jî bandoreke neyînî li ser aborî û ewlehiya cîhanê dikin û lewma jî wan daxwaza alîkariyê ya bo bidawîkirina vî şerî ji Çînê kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin