Yekîtiya Ewropayê Îran sermezar kir û xwest…

21 July 2019 19:49 0 dîtin
Yekîtiya Ewropayê Îran sermezar kir û xwest…

PeyamaKurd – Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) desteserkirina tankêra petrolê ya îngilîz ji aliyê Îranê ve şermezar kirin û xwestin, rêveberiya Tehranê demildest wê gemiyê serbest berde.

Di daxuyaniya berdevkiya YEyê ya nivîskî de hat gotin, ew ji desteserkirina tankêra petrolê li Kendava Hurmuzê nîgeran in ku dê aloziyê zêdetir bike.

YEyê got: “Em dixwazin gemî û personelên wê kêlî berî kêliyê werin berdan û ji bo alozî zêdetir nebe em banga aramiyê dikin.”

Herwiha li aliyê din hikûmetên welatên Hollanda, Almanya û Îspanyayê jî revandina keştiya "Steno İmpero" li Kendava Hurmuzê şermezar kirin.