Swêdî dixwazin sewitandina Qurana Pîroz, qedexe bibe
PeyamaKurd- Di rapirsiya ku li Swêdê hat kirin de derket holê ku piraniya xelkê dixwazin şewitandina Qurana Pîroz û pirtûkên pîroz bên qedexekirin.
Di rapirsiya ku ji aliyê kompaniya lêkolînê ya Sifo ve hat kirin de rêjeya Swêdiyên ku xwestin şewitandina Quran û pirtûkên pîroz qedexe bikin, derket ji % 51ê.
Hat diyarkirin ku rêjeya kesên ku piştgirî didin şewitandina pirtûkên pîroz ên di çarçoveya azadiya derbirînê de ji % 34 bû, yên din jî raya xwe negotin.
Hat ragihandin ku Serokê Partiya Tight Direction ya rastgirên tund ê Danîmarkî Rasmus Paludan, ji ber provokasyonên şewitandina Qurana Pîroz, li seranserê Swêdê 88 milyon kron xerc kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin