Denmarkê, sewitandina Qurana Pîroz sermezar kir
PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Denmarkê, bi daxuyaniyek ragihand ku ew şewitandina Qurana Pîroz şermezar dikin.
Wezîrê Karên Derve yê Denmarkê Lars Lokke Rasmussen, li ser hesabê medyaya civakî ya wezaretê daxuyaniyek da û got, "Denmark, şewitandina Qurana Pîroz şermezar dike."
Wezîr Rasmussen di peyama xwe de got, "Ev kiryarên provokatîf û şermezarî, nêrîna hikûmeta Denmarkê nîşan nadin. Ez bang li her kesî dikim ku rageşiyê kêm bikin. Divê tundî tu car nebe bersiv."
Endamên koma marjînal a li dijî îslamî û neteweperest "Danske Patrioter (Welatparêzên Danîmarkî)" duh li Denmarkê li ber deriyê Balyozxaneya Îranê û paşê ya Iraqê li Kopenhagê Quran şewitandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin