Swêdê, çalakiya li dijî Qurana Pîroz sermezar kir

02 July 2023 23:00 0 dîtin
Swêdê, çalakiya li dijî Qurana Pîroz sermezar kir

PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Swêdê ragihand ku hikûmetê çalakiya li dijî Îslamê ya ku Mislimanan aciz dike şermezar kir.

Li Swêdê, bêhurmetiya li dijî Qurana Pîroz, di cîhanê de bû sedema nîşandana bertekên tund. Piştî ku bi vê êrîşê, bertekên li cîhanê zêde bûn; rayedarên Swêdê seferber bûn.

Wezareta Karên Derve ya Swêdê ragihand ku hikûmet kiryarên li dijî Îslamê yên ku Mislimanan bêzar dike şermezar dike û bûyerên bi vî rengî nêrîna hikûmetê nîşan nadin.

Di daxuyaniyê de destnîşankirin ku kesê ku çalakiya provokatîf kiriye, welatiyekî biyanî ye û hat diyarkirin ku li hember van bûyerên bi vî rengî, bergirên li ser sînor hatine zêdekirin û ji bo pêşîgirtina li metirsiyên nû, bergir zêde bûne.