Li Norwêcê, li dijî Qurana Pîroz bêhurmetî hat kirin

31 July 2023 14:30 0 dîtin
Li Norwêcê, li dijî Qurana Pîroz bêhurmetî hat kirin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji çapemeniya Norwêcê hatin ragihandin, piştî Swêd û Denmarkê, êrîşeke bêhurmetiyê li dijî Qurana Pîroz hat kirin.

Di agahiyên hatin dayîn de hat diyarkirin ku li Osloya paytexta Norwêcê, Koma Siyan a li dijî Îslamê, li ber avahiya Parlementoyê rûpelên Qurana Pîroz şewitandin.

Ev êrîş jî di bin çavdêriya polîsan de çêbû

Her wiha hat diyarkirin ku dijminên ola Îslamê, di çarçoveya azadiya derbirînê de li Norwêcê jî di bin parastina polîsan de provakasyona xwe kir.

Li gorî hat zanîn, di vê çalakiya provakatîf de hem li dijî pirtûka pîroz a alema Îslamê hem jî li dijî Hz. Muhammed heqaret hatine kirin.