Sadr, li dijî sewitandina Qurana Pîroz, bang li xelkê Iraqê kir

23 January 2023 16:30 0 dîtin
Sadr, li dijî sewitandina Qurana Pîroz, bang li xelkê Iraqê kir

PeyamaKurd- Serokê Tevgera Sadr a Iraqê Muqteda Sadr, ji bo şermezarkirina şewitandina Qurana Pîroz a li Swêdê, bang li xelkê Iraqê kir ku 1 milyon îmze bên komkirin û ji Balyozxaneya Swêdê re bê şandin.

Muqteda Sadr, di daxuyaniyeke nivîskî de daxwaz ji melayan kir ku şewitandina Quranê ya li Swêdê, di dema nimêja înê de "bi tundî" şermezar bikin û li navenda wê bîrdariya Qurana Pîroz bê danîn.

Sadr xwest ku 1 milyon îmze bên berhevkirin û bi şandeke payebilind ji Balyozxaneya Swêdê re bê şandin, diyar kir ku heger hikûmeta Swêdê kesên ku ev kiryar kirine di nav 24 saetan de ceza bike, ev gav ne pêwîst in.

Piştî bûyera şewitandina Qurana Pîroz, hikûmet û opozîsyona Tirkiyeyê bi tundî bertek nîşan dabû û serdana wezîrê berevaniya Swêdê ya ji bo Tirkiyeyê jî hatibû bipaşxistin.