Ji ENKS bo sewitandina ofîsa PDK-Sê: Dixwazin pêsiya dîyaloga Kurdî-Kurdî bigrin
PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li ser şewitandina ofîsa Partiya Demokrata Kurd a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ya bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da. ENKSê bang li Hevpeymaniya Navdewletî kir ku van kiryaran şermezar bike û ji bo rawestandina wan kar bike.
Li gorî zanyariyên gihîştine PeyamaKurd, êrîşên van demên dawî yên li ser ofîsên ENKS û partiyên wê, piştî peyamên ku wê bi pêşengiya Amerîka diyaloga Kurdî-Kurdî ji nû ve dest pê bike zêde bûne.
Ji Adarê ve hejmara ofîsên hatine şewitandin gihîşt 10an
Di daxuyaniya Sekreteriya ENKSê de hate gotin, “Komên çekdar ên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve, îro 14ê Gulanê, ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S), li bajarê Qamişlo, şewitand. Bi şewitandina vê ofîsê re, hejmara ofîsên ku ji 1ê Adarê ve hatine şewitandin, gihîştiye deh ofîsên ENKSê û partiyên wê li seranserî bajar û bajarokên Kurdî yên di bin kontrola PYDê de.”
Armanc pêşîgirtina diyaloga Kurdî-Kurdî ye
ENKS diyar kir, “Ji her kesî re eşkere bûye ku armanca van kiryaran ew e ku rê li ber hewldanên Amerîka û Ewropayê yên ji bo vegerandina diyaloga Kurdî-Kurdî bigirin, ku bi sponseriya Amerîka û garantoriya serkirdayetiya HSDê di Nîsana 2020an de dest pê kiribû û ji aliyê PYDê ve hatibû têkbirin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin: “ENKSê bi tundî van kiryarên terorîstî yên ku ji aliyê komên çekdar ên ser bi PYDê ve tên kirin, şermezar dike û berpirsên wê yên siyasî, ewlekarî û leşkerî di ber van kiryaran de berpirsyar dibîne.”
ENKSê bang li Hevpeymaniya Navdewletî kir
ENKSê herwiha bang li Hevpeymaniya Navdewletî kir ku van “kiryarên terorîstî” şermezar bike û kar ji bo rawestandina wan bike. Herwiha Bang li hemû partiyên Kurdistanî kir jî ku helwesteke zelal li ser van kiryarên li dijî ENKSê nîşan bidin, wan şermezar bikin û kar ji bo rawestandina wan bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin