ENKS: PKK dixwaze bi êrîsên ser ofîsan pêsiya danûstandinên Kurdî bigire
PeyamaKurd – Endamê Komîteya Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro, li ser êrîşa doh ya bi ser ofîsa ENKSê ya Kobaniyê de got, PKK dixwaze bi êrîşên xwe yên li dijî ofîs û baregehên ENKSê, pêşiya hewlên Amerîka ji bo lihevanîna kurdên Sûriyê bigire.
Îbrahîm Biro li ser êrîşên berdewam ên ser ofîsên ENKSê dibêje, “PKK dixwaze bi wan êrîşan pêşiya hewlên Amerîka yên ji bo lihevanîna kurdên Rojava bigire.”
Biro ji BasNewsê re gotiye, armanca wan êrîşan têkdana danûstandinên aliyên kurdî ye û heman zihniyeta Aldar Xelîl e ku çend roj berê bi fermana PKKê êrîşî Pêşmergeyên Rojava kiribû.
Serkirdeyê ENKSê daye zanîn, “Heta rêveberiya PYDê di bin siya PKKê de be rêkeftin zehmet e. Mixabin fermandeyê HSDê Mezlûm Ebdî jî li hember wan êrîşan bêdeng e, ev jî nîşana wê yekê ye ku ew jî qebûl dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin