ENKS ji bo êrîsa li Efrînê li ber ofîsa NY çalakî kir
PeyamaKurd – Encumena Niştîmanî Kurd li Sûriyê ENKS bi sedema li Efrînê li navça Cindirêsê di wexta pîrozbahiya Newrozê de grûba çekdar ya bi navê Ceyş El Şerqiyye êrîş biribûn ser Kurdan û di encamê de 4 Kurdan kuştibûn, bertekê nîşan dan û li ber baregeha Neteweyên Yekgirtî ya Qamîşloyê çalakî kirin.
Di çalakiyê de kesên ji ENSKê, serbixwe, ronakbîr û aktîvîst hebûn. ENKS ê ragihand ku heya grûbên çekdar yên di bin serpereştiya Tirkiyê de ne, ji Efrînê derên û Kurd dagerin ser cîh û warên xwe wê tevgera wan dewam bike.
Li bajarê Efrînê û dora wê grûbên çekdar yên bi desteka Tirkiyê, Kurdan dikujin, direvînin, ji malbatên wan fîdye distînin, darên zeytûnan yên Kurdan dibirin û her cûre xerabiyê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin