Pistî êrîsa ser ofîsa Dirbêsiyê ya ENKSê, ya Amûdê jî hat sewitandin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî Ofîsa Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya bjaroka Amûdê ji aliya çend kesan ve hat şewitandin.
Li gorî berpirsên ENKSê ji aliyê kesên nenas ve ofîsa Amûdê hatiye şewitandin ku alên Kurdistanê jî tê de hatine şewitandin. Doh 14ê Kanûnê jî ofîsa ENKSê ya Dirbêsiyê li Rojavayê Kurdistanê rastî êrîşeke çekdarî hatibû. Hêjayî bibîrxistinê ye beriya niha jî komek alîgirên PKKê bi navê Ciwanên Şoreşger êrîşî ofîsên ENKSê kiribû û alên Kurdistanê şewitandibûn.
Serokê ofîsa xwecihî ya ENKS li Amûdê Mihemed Şêxmûs ji K24ê re derbarê wê êrîşê de gotiye, "Em nikarin çi kesan tometbar bikin ji ber ku me bi çavê xwe nedît ka kê şewitandiye. Lê li vir desthelatek heye, rêveberiya xweser heye û berpirsyarî ya wan e. Divê ew bizanin, heger nezanin ev kêmasiya derheqê wan de ye."
Mihemed Şexmûs diyar kiriye, di van rojên dawî de ev êrîşa duyemîn e li ser ofîsên ENKS û ji rêveberiya xweser kesekê serdana wan nekiriye û dest bi lêkolînan jî nekirine û da zanîn, "Ev (lêkolîn) erkê wan e, lê çavên xwe li meseleyê digirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin