Bi narincokê êrîsê ofîsa ENKSê ya Dirbêsiyê kirin

05 September 2021 12:05 0 dîtin
Bi narincokê êrîsê ofîsa ENKSê ya Dirbêsiyê kirin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku komeke bi ser PYDê ve narincokek avêt ser nivîsgeha Encûmena Nişitimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya li bajarokê Dirbêsiyê û ziyan gihand nivîsgeha ENKSê.

Endamê Desteya Seroka ENKSê Silêman Oso li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihandiye, “Îro danê berbangê komeke bi ser PYDê ve narincokek avêt ser nivîsgeha ENKSê ya li Dirbêsiyê ku bû sedema şikastina kelûpelên nivîsgehê.”

Silêman Oso got: “Dirbêsiyê dê bi partî û eşîreyên xwe re berxwedana xwe bidomîne û ji van kiryarên terorîstî yên tirsonek natirse.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, roja 24ê Tebaxa borî jî baregeha Rêxistina Amûde ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) hatibû şewitandin û PDK-Sê ew êrîş wekî karê alîgirên PYDê ango Tevgera Ciwanên Şoreşger nîşan dabû.