ENKS: Ofîsa PDK-Sê ya Dirbêsiyê rastî êrîsê hat, Fermandariya HSDê ji êrîsan berpirs e!

02 January 2022 19:17 0 dîtin
ENKS: Ofîsa PDK-Sê ya Dirbêsiyê rastî êrîsê hat, Fermandariya HSDê ji êrîsan berpirs e!

PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand ku komeke çekdar a bi ser PYDê ve êrîşî ser nivîsgeheke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) li bajarokê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê kir.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê ragihand, “Di berdewamiya binpêkiriyên komên çekdar ên bi ser PYDê ve li dijî ENKSê, kadro û endamên wê de, komeke bi ser wê (PYD) ve şeva 31/12/2021 êrîşî ser nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê li bajarokê Dirbêsiyê kir.”

Sekreteriya Giştî ya ENKSê diyar kir, wê komê bi guleyan êrîşî ser nivîsgeha PDK-Sê kir û derî û pencereyên wê şikandin û got: “Endam û alîgirên ENKSê û malbatên Pêşmergeyên Roj bi berdewamî rastî kiryarên revandin, lêpirsîn û gefan ji aliyê van grûpan ve tên.”

ENKSê bal kişand kiryarên Tevgera Ciwanên Şoreşger û da zanîn: “Rêxistina Ciwanên Şoreşger a bi ser PKKê ve berdewam e bi kiryarên tirsandin, revandin û leşkerkirina zarokan. Herwiha ew kom jî bû sedema girtina deriyê Sêmalka li pêş pirsên mirovî û aborî yên welatiyan.” 

Di daxuniyê de ENKS ew kiryar bi tundî şermezar kirin û diyar kir, ew kiryar tenê dikevin xizmeta dijminên gelê Kurd û ziyanê digihîne doza Kurdî.

ENKSê destnîşan kir: 'Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di ber van kiryaran de berpirs e, ji ber ku ew rê li pêş van kiryaran nagire.'

Herwiha ENKS bang li aliyê Amerîkî û rêxistinên mirovî û yasayî jî kir, bi erkên xwe rabin û van binpêkirinan rawestînin.