Mezlûm Ebdî êrîsa ser ofîsa ENKSê ya Dirbêsiyê sermezar kir
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî êrîşa îro 17ê Kanûnê danê sibê ya ser ofîsa Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya li Dirbêsiyê şermezar kir û got, lêkolîn û lêpirsîna hêzên asayişê ji bo girtina kesên êrîkar berdewam dike.
Ebdî li ser ofîsa ENKSê ya li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir û diyar kir, ew êrîş dijî Rêveberiya Xweser û kontrola hêzên ewlehiyê yên li herêmê hatiye encamdan.
ندين الهجوم الذي تعرض له اليوم صباحاً مكتب المجلس الوطني الكردي في الدرباسية، على يد مجموعة من المخربين المخالفين للقانون، والذي نرى أنه استهدف الإدارة الذاتية وسيطرة القوات الأمنية في المنطقة قبل كل شيء.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) December 17, 2021
قوى الأمن الداخلي تلاحق متسببي الهجوم ليصار إلى اعتقالهم وتقديمهم للعدالة.
Mezlûm Ebdî got: “Em êrîşa îro danê sibê ya li ser ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Dirbêsiyê ku ji aliyê komeke sabotajkarên neyasayî ve hatiye kirin şermezar dikin ku bi baweriya me berî her tiştî Rêveberiya Xweser û kontrolkirina hêzên ewlehiyê ya li ser deverê kiriye armanc.”
Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha da zanîn ku hêzên asayîşê ji bo girtin û radestkirina wan ji bo dadgehê dest bi lêkolîn û lêpirsînê kirine.
Hêjayî bibîrxistinê ye, cara yekem e ku berpirsekî payebilind ê Rêveberiya Xweser êrîşên ser ofîsên ENKSê şermezar dike ku ENKSê gelek caran banga dawîanîna wan êrîşan û sizadana êrîşkaran kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin