Rojava - Dirbêsiyê | Bi çekan êrîsî ofîsa ENKSê kirin û tistên navê sikandin

14 December 2020 15:54 0 dîtin
Rojava - Dirbêsiyê | Bi çekan êrîsî ofîsa ENKSê kirin û tistên navê sikandin

PeyamaKurd - Ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya li bajarokê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê rastî êrîşeke çekdarî hat.

Li gorî ragihandina K24ê îro danê nîvro Ofîsa Xwecihiya ENKSê li bajarokê Dirbêsiyê ji aliyê kesên nenas ve rastî êrîşeke çekdarî hat ku gule lê hatin barandin û kelûpelên di hundirê wê de jî hatin şikandin.

Endamê Xwecihiya Dirbêsiyê yê ENKS Eşref Mela  derbarê êrîşê de got: “Heta niha aliyê êrîşker nehatiye naskirin û ew nikarin ti aliyekî tometbar bikin.”

Endamê ENKSê diyar kir, civîneke wan derbarê bûyerê de heye û dê piştre daxuyaniyekê ji raya giştî re bidin.

Hêjayî gotinê ye, ev êrîşa li dijî ofîsa ENKSê piştî êrîşa çekdarên PKKê li bajaroka Amêdiyê pêk hat ku Pêşmergeyek di wê êrîşa şeva borî de hatibû şehîdkirin.

ENKSê piştî destpêkirina danûstandinên ligel PYD-PYNKê hejmarek ofîsên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê ji nû ve vekiribûn. Beriya niha jî gelek caran ofîsên ENKSê û partiyê bir ser wê ve rastî êrîşan hatibûn.