ENKS li ser sewitandina baregehên xwe yên Binxetê daxwuyanî da

20 April 2022 21:09 0 dîtin
ENKS li ser sewitandina baregehên xwe yên Binxetê daxwuyanî da

PeyamaKurd – ENKS ê li ser şewitandina 2 baregehên xwe ji aliyê rêvebiriya xweser ya Binxetê de daxwuyaniyekî da û got ku encama tevgerên weha wê bi felaket encam bide. ENKS di daxwuyaniya xwe de weha got:

“Siyaseta PYD ê ya ku dixwaze xelkê me bitirsîne, şewitandina baregehên ENKS ê li ber çavê koalisyona navdewletî û Amerîkayê kiriye.”

Baregehên PDK-S yê û yên ENKS ê yên li Dirbêsiyê û Dêrikê do bi şev hatin şewitandin. Endamekî polîtburoyê yê PDK-S yê ji devera Dêrikê ji bo Rûdawê ragihandiye ku do derengê şevê, avahiya wan ji aliyê gelek kesên çekdar de hatiye şewitandin û avahî bi temamî şewitiye.

Di heman şevê de gelek kes baregeha ENKS ê ya Dirbêsiyê şewitandine lê agir ji aliyê kesên li der û dorê de bilez hatiye vemirandin.